Letîf Resîd: Iraq venagere qonaxeke qeyranê
PeyamaKurd – Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd ragihand, Iraq careke din nekeve bin fişara ti aliyekî û weke berê careke din nekeve nava krîzan.
Letîf Reşîd di "Konferansa Heftemîn a Balyozanên Iraqê" de ku bi diruşmeya "Dîplomasiya Iraqî – Pêwendiyên Hevseng ên Navdewletî û Pêşketina Aborî ya Berdewam" bi serokatiya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî li Bexdayê hat lidarxistin de daxuyaniyek da.
Reşîd bal kişand ser wê yekê ku ew di pêwendiyên aborî, siyasî û dîplomatîk de serketî ne û ji bo jinûve avakirina pêwendiyên xerabûyî bi gelek welatan re dixebitin û got, "Hikûmeta niha tekezî li ser sererastkirina pêwendiyan bi welatên cîhanê re dike."
Serok Reşîd got, “Me hewl da ku welat ji siyasetên xirab dûr bixin, berjewendiyên hevbeş biparêzin û rêz li serweriya welat bigirin. Armanca Iraqê ew e ku bi cîhanê re pêwendiyên zêdetir û bihevrejiyana di navbera welatan de ava bike.”
"Iraq wek berê serî li ber fişara ti aliyekî xwar nake û venegere wê dewra ku di nava krîzê de mabû." Reşîd got, “Siyaseta Iraqê li ser bingeha hevkariya bi hev re, çareserkirina pirsgirêkan û parastina berjewendiyên hevpar e. Di dema ku xurtkirina pêwendiyan li ser asta çandî, bazirganî û aborî bû, ev hemû hatin bidestxistin û me di her gotûbêjê de tekezî li ser wan kir."