TR KU SO
FB X
Cîhan

Leyen: “Ermenistan hêza xwe ya demokrasiyê car din nîşan da”

Admin M
Nivîskar
📅 02 tîrmeh 2026 11:54

PeyamaKurd – Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewrûpayê Usula Von Der Leyen giha Yerîvane payîtexta Ermenistanê û ji aliyê serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan de hat pêşwazîkirin. Leyen li Yerîvanê daxwuyaniyekî da û di ser hesabe xwe yê medya civakî Xê de belav kir:

“Gelek xweşe ku ez car din giham Ermenistanê. Hilbijartinên dawiyê hêza demokrasiyê ya Ermenistanê car din nîşan da. Ermenistan di rêya reforman de pêşde diçe û xwe bêhtir nêzî Ewrûpayê dike. Ji ber wê ez bi peyamekî hêsan li vê derê me: Ermenistan dikare bi me baweriyê bîne.”

Parve bike: