Cîhan
Leyen û Borell serdana Ukrayna dikin û bi Zelensky re dicivin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Seroka Komîsyona Yekitiya Ewropayê Ursula von der Leyen û Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekitiya Ewropayê Josep Borrell di nava vê hefteyê de serdana paytexta Ukrayna Kîevê dikin û ligel Serokomarê Ukraynayê Volodomir Zelensky dicivin.
Berdevkê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Eric Mamer li ser Twitterê eşkere kir, dê rayedarên Yekîtiya Ewropayê ji bo hevdîtinê bi Serokê Ukraynayê Volodimîr Zelensky re bikin serdana Kîevê bikin.
Hefteya borî jî Seroka Parlamentoya Ewropayê Roberta Metsola serdana Kîevê kiribû ku ew yekem serdana bilind a YEyê piştî şerê Ukraynayê bû.