Cîhan
Li 15 bajaran qedexeya derketina derve hat ragihandin
PeyamaKurd- Li 15 bajarên Tirkiyê, wezareta navxwe ya Tirkiyê, qedexeya derketina derve bo rojên şemî û yekşemê ragihand. Di nava bajaran de 14 bajarên mezin û Zonguldak heye.
Roja înê wê her der bo temîna pêdiviyan heya siet 23.00 yê şevê vekirîbe. Bo roja şemî û yekşemê wê firûn û ciyên ku şîranî difroşin vekirî bin. Serwîsa xwarina bi paketan bo malan dê bêkirin. Weka her dawiya hefteyên borî wê her tişt dewam bike.