TR KU SO
FB X
Cîhan

Li 66 girtîgehên Îranê greva birçîbûnê dest pê kir: Di 7 rojan de 15 kes hatin darvekirin

Admin H
Nivîskar
📅 10 mijdar 2026 18:09

PeyamaKurd - Endamên kampanyaya “Sêşema ji darvekirinan re na” di hefteya xwe ya 146an de li 66 girtîgehên li seranserê Îranê dest bi greva birçîbûnê kirin.

Di daxuyaniya kampanyayê de hate diyarkirin ku di meha dawî de hejmara darvekirinan ji 40î derbas bûye û ji roja sêşemê ve herî kêm 15 kes hatine darvekirin ku 6 ji wan girtiyên siyasî bûn.

Kampanya diyar dike ku rejîma Îranê ji ber tirsa ji serhildana gel cezayên darvekirinê zêde kirine û di serî de girtîgehên Evîn, Qizilhîsar, Şeyban û Adelabadê gelek ciwan bi tohmetên cûrbecûr li benda darvekirinê ne.

Her wiha hat ragihandin ku girtiyê siyasî Hedayet Lalrizadeh di bin çavan de bi îşkenceyê hatiye kuştin û cezayên giran li girtiyên siyasî û çalakvanan tên birîn.

Parve bike: