Cîhan
Li Afganîstanê bi bombeyê êrîs pêk hat: 8 kustî!
PeyamaKurd- Li Afganîstanê dîsa êrîşeke bombeyî pêk hat. Êrîş li bajarê Celalabadê yê Wilayetê Nangarharê pêk hat. Di encama teqînê de 8 kes hatin kuştin û 45 kes birîndar bûn.
Berdevkê Walîtiya Nangarharê Ataullah Hogyanî di derbarê bûyerê de daxuyaniyek da û got: “Di stadyumekê de 3 bombe hatin teqandin. Di dema maçê de bi qumandayê hatine teqandin. Di encama teqînan de hinek jê lîstikvan, tevde 8 kes hatin kuştin û 45 kes jî hatin birîndarkirin.”
Hogyanî got ku rewşa hinek birîndaran giran e û heta niha ti kesî ev êrîş negirtiye ser xwe, lê belê Talîbanê got ku eleqeya wan bi vê êrîşê re tune ye.