Cîhan
Li Afganistanê teqînek pêk hat: 8 kesan canê xwe ji dest da
PeyamaKurd - Li bajarê Farah ê Afganistanê teqînek pêk hat. Hat diyarkirin ku di encamaa wê teqînê de 8 kesan canê xwe ji dest daye.
Berdevkê Midûriyeta ewlekariyê ya Farahê Muhibbullah Muhib ji rojnamevanan re ragihand ku di encama teqînekê de 6 kesên sivîl û 2 xebatkarên ewlekariyê canê xwe ji dest dane.
Muhib amaje kir ku ew bombe ji aliyê Talibanê ve hatiye danîn.
Heya niha Talîbanê derbarê miajrê de tu daxuyanî nedane.