Li Afrîkayê parên rafîneriya petrolê difroşin xelkê
PeyamaKurd – Milyarderê Nîjeryayî Aliko Dangote, ji bo firotineka zêde bibe, parên rafîneriya petrolê derxist firotanê. Şîrket kiriye hedefa xwe bi 1,62 milyar dolarî pere bide hev an ku bi heman rêjeyê xelkê bike ortaxê rafîneriyê.
Şîrket, serê parê (hisse) bi 0,40 dolarî 100 milyon par an ku sened dixê bazarê. Civandina peran an ku firotina senedên ortaxiyê wê di navbera 14ê Êlûnê û 13ê Cotmehê de bibe. Miqdarê navborî heya niha di bazara Afrîka de, perê herî mezine.
Kesên ku weka şexs parên şîrketê bikirin, divê herî kêm 10 paran bikirin. Dangolete di serê Êlûnê de, li ser erza parên şîrketê gotibû:
“Ev berhem, dê ji bo Nîjeryayiyan rehetiyekî bîne û wê bazara petrolê ya Nîjerya û Afrîka Binê Sahrayê baş bike.”
Şîrketa Dangote, rafîneriyê di sala 2024an de dest bi xebatê kiribû û niha dikare her rojê 700 hezar varêl petrolê ji hev veqetîne.
Şîrket dixwaze kapasîta xwe ji 700 hezar varêl petrolê bibe 1 milyon û 400 varêlî. Piştî şîrket dest bi kar kiriye, Nîjerya ji aliyê petrol û berhemên petrolê de zêde girêdayê welatên derve nîne û îxracata petrolê ya Nîjeryayê zêde kiriye.