Cîhan
Li Afxanistanê 2 fermandar hatin kustin
PeyamaKurd-Berdevkê parêzgeha Helmandê Omer Zûwaq ragihand ku hêzên Talîbanê li navçeya Nehrî Sîracê êrîş birine ser qereqolê û di navbera wan de şer derketiye. Di êrîşê de 2 fermandarên bi ser qolordiya 205an ya Meywandê hatine kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne.
Di şer de ji Talîbanê jî hatine kuştin lê jimara wan nehat aşkerakirin. Aliyê Talîbanê heya niha ti beyanekî nedaye çapemeniyê.