Cîhan
Li Afxanistanê îro jî kustin hebû:14 an 43 kes
PeyamaKurd- Li welatê Afxanistanê, li bajarê Gazneyê, li du navçeyên bi navê Cegatû û Deh Yekê, di du êrîşên Talîbanê de, 14 wezîfedarên asayîşê hatin kuştin.
Berdevkê parêzgeha Gazneyê Arif Nûr ragihand ku di heman wextê de du êrîşan birine ser her dû navçeyan û li navenda her dû navçeyan şer û pevçûn dewam dike. Nûrî dibêje ku jimara kuştiyan ne diyare û destekê şandine herêmê.
Lê wekîlê şûra ye bajarê Gazneyê Hesen Riza Yûsifî ragihand ku di êrîşan de 14 kes hatine kuştin. Hetta di nava kuştiyan de rêvebirê asayîşa Deh Yekê Faîz Tofan jî heye.
Lê berdevkê Talîbanê Zebîhullah Mucahîd bi eksa wê beyanekî da û ragihand ku her dû navçe ketine destê Talîbanê û di şer û pevçûnan de 43 wezîfedarên asayîşê jiyana xwe ji dest dane.