Cîhan
Li Afxanistanê teqîn: 7 kes mirin
PeyamaKurd- Berdevkê asayîşa bajarê Faryabê ya li bakûrê Afxanistanê dikeve Ebdulkerîm Yûrîş ragihand ku li navçeya Almarê bombe xistine kenarê rê û di encama teqînê de 7 sîvîl jiyana xwe ji dest dane.
Teqîn di dema ku sîvîl bi erebeyan di herêmê de derbas bûne hatiye kirin. Di teqînê de ji bilî 7 kesên mirî kesek jî birîndar e.
Yûrîş ji teqînê rêxistina Talîbanê berpirs digre.