TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Almanya di kargeheke kîmyayî de teqîneke mezin çûbû: Mirî û birîndar hene

Admin H
Nivîskar
📅 27 tîrmeh 2021 18:52

PeyamaKurd – Li bajarê Leverkusen ê Almanyayê di kargeha kompaniya Bayer a kîmyayî de, teqîneke mezin çêbû û asmanê bajarê bi dukelê hat girtin.

Li gorî ragihandina Der Spiegel a Almanî, di encama teqînê de 2 kes bi giranî birîndar bûne 5 kes jî winda ne.

Rayedarên herêma teqîn lê çêbûye, ji ber metirsiya madeyên kîmyayî daxwaz ji xelkê kirine di malên xwe de bimînin û derî û pencereyên malên xwe jî bigirin.

Derbarê sedema teqînê de hîn ti agahî nehatine belavkirin û xebatên bo kontrolkirina şewatê berdewam dikin.

Parve bike: