TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Almanya pêla sêyem a vîrusa Korona destpê kir

Admin L
Nivîskar
📅 13 adar 2021 13:29

PeyamaKurd – Rayedarên Tenduristiye yên Almanya ragihandin, li Almanya pêla sêyem a vîrusa Korona destpê kiriye.

Serokê Enstîtuya Robert Koch Lothar Wieler û Wezîrê Tenduristiyê yê Almanya Jens Spahn, li ser pêla nû ya Koronayê, preskonferanseke hevbeş li dar xistin.

Lothar Wieler destnîşan kir, hejmara pêketinên vîrusa Korona ji nû ve zêde bûne û got, kesên temenên wan ji 60î biçûktir jî êdî pir bi vîrusa Korona dikevin.

Wieler diyar kir, ji Sibatê vir ve jî pir kesên temenên wan ji 15î biçûktir bi vîrusa Korona dikevin û got, dibe ku sedema wê, cureyên nû yên vîrusa Korona bin. Wieler da zanîn: ‘‘Şewba vîrusa Korona, bi dawî nebûye. Em hîn niha di destpêka pêla sêyêm de ne.’’

Wieler eşkere kir, ji ber karanîna derziya, di nav kesên temenên wan mezin de vîrusa Korona kêm bûye û da zanîn, kampanya derzîkirinê, dê demeke dirêj biajo.

Jens Spahan jî destnîşan kir û bang kir, li gor mesafeya civakî tevbigerin û maskên xwe li cîhên pêwîst bidin ber rûyên xwe.

Parve bike: