Cîhan
Li Almanyayê bi wesayîtê êrîs: 4 kustî 30 birîndar
PeyamaKurd - Li bajarê Munster a Almanya seyareyek da nav qelebalixê û li gor zanyariyên tên dayîn di encama vê bûyerê de 4 mirî û 30 birîndar hene.
Piştî pêkhatina bûyerê emniyeta Almanyayê dest bi operasyonek berfireh kir.
Emniyeta Almanyayê ragihand ku gumanbarê seyare diajot xwe kuştiye.
Ev êrîşa terorî ye an na hê nehatiye zanîn. Der heqê bûyerê de daxuyaniya fermî nehatiye dayîn.
Polîs bi wasita Twîtterê ji kesên derûdorê xwest ku ji cihê bûyerê dûr bibin.
Munster li bakurê eyaleta Ren-Vestfalya cih digire, nufûsa wê dora 310 hezarî ye.