Li Almanyayê ji ber germahiyê zêdetirî 14 hezar kesan can da
PeyamaKurd - Li gorî daneyên Saziya Tenduristiya Public a Almanya ya Enstîtuya Robert Koch (RKI), hejmara kesên ku ji ber pêla germahiya zêde jiyana xwe ji dest dane gihîşt 14 hezarî.
Tê diyarkirin ku ji meha Hezîranê vir ve ku germahî derket ser 41 pileyî û rekora dîrokî ya welat şikand, zêdetirî 9 hezar û 600 mirin tenê di hefteyekê de hatine qeydkirin.
Daneyan nîşan da ku piraniya kesên ku can dane temenê wan ji 75 salî mezintir e û piraniya van bûyeran ji ber nexweşiyên dil, kezeb û pişikan çêbûne.
Bi van amaran re sala 2026an bû sala ku di dîroka Almanyayê de herî zêde mirov ji ber germahiya zêde tê de mirine. Berê di sala 2018an de 8 hezar û 400 û di sala 2019an de jî 6 hezar û 900 kes ji ber germê miribûn.
Li aliyê din li welatên din ên Ewropayê jî rewş dijwar e. Hate ragihandin ku ji 1ê Hezîranê vir ve li Îspanyayê nêzîkî 4 hezar û 500 kesan û li Fransayê jî zêdetirî 7 hezar û 300 kesan ji ber germê jiyana xwe ji dest dane.