Li Almanyayê seroka parlamentoyê ye û muzîka Kurdî jibîr nake
PeyamaKurd - Muhterem Aras sala 1979an ligel malbata xwe koçberî Almanya bûye û piştî wergirtina mafê penaberiyê, regezname jî wergirtiye û bûye endama Partiya Kesk a Almanyayê.
Muhterem Aras, niha seroka parlamentoya eyaleta Badin Vurtimberg e li Almanyayê ye. Di hevpeyvîneke li gel rojnameyeke Almanî de ew jina Kurd behsa dîroka jiyana xwe û bandora mûzîka Kurdî li ser kesayeta xwe dike û dibêje, "Muzîka Kurdî her demê bîranînên zaroktiya min ên li navçeya Anatoliyayê tînin bîra min û wî cihê ku ez lê ji dayik bûme."
Ew yekemîn jina biyanî ye ku postê serokatiya parlamentoyê li eyaleteke Almanya werdigre. Muhterem Aras bo rojnameya Tageszeitung a Almanî gotiye ''îro, bajarê Ştûtgart nîştimana min e''. Muhterem Aras dayika keçekê ye û dibêje ''dema ku ez keça xwe hembêz dikim, ew dem têne bîra min ku dayika min ez hembêz dikirim û stranên Kurdî ji min re digotin."
Muhterem, nikare bi Kurdî biaxive, ji ber ku salên dûr û dirêj ji zimanê dayikê dûr ketiye, li ser vê yekê jî dibêje, ''ez nikarim bi başî bi zimanê Kurdî biaxivim, bi tenê çend hevok û hejmareke gotinan dizanim''.
Li gorî hin amaran li Almanya zêdetirî yek milyon Kurd dijîn û mezintirîn revenda (diyaspora) Kurdî ya li derveyî welat li Almanyayê ye.