TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Almanyayê serokomarê nû tê hilbijartin

Admin H
Nivîskar
📅 13 sibat 2022 16:08

PeyamaKurd – Li Almanyayê îro Yekşemê hilbijartina serokomar tê kirin ku careke din serokomarê niha Frank-Walter Steinmeier namzedê herî li pêş ê serokomariyê ye.

Partiyên Almanyayê li ser namzediya serokomarê niha hevnêrîn in û tê çaverêkirin, careke din Frank-Walter Steinmeier bibe Serokomarê Almanyayê, lewrna Partiyên opozîsyonê CDU û CSU jî piştgiriyê didin namzediya Steinmeier.

Wê di hilbijartina Serokomariya Almanyaya Federal de, 391 delegeyên SPDê, 233 delegeyên Keskan, 154 delegeyên FDPê, 445 delegeyên CDU û  CSU deng bidin ku namzedê Partiya Çep Gerhard Trabert jî hevrikê wî ye. Lê belê li gorî lihevkirina partiyan bi îhtimaleke mezin careke din Frank-Walter Steinmeier tê hilbijartin.

Parve bike: