TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Amerîkayê balafir li xeta veguheztina elektrîkê ket!

Admin L
Nivîskar
📅 28 mijdar 2022 15:42

PeyamaKurd – Li eyaleta Maryland a Amerîkayê di encama ketina balafireke biçûk a li xeta veguhestina elektrîkê de, nêzî 120 hezar kes bê ceyran man.

Li gor Rêveberiya Hewayî ya Federal a Amerîkayê (FAA) diyar kir, balafira yek motorê ya ku ji New Yorkê rabû li Gaithersburga eyaleta Marylandê li xeta veguheztina elektrîkê ket.

Herwiha hat zanîn, balafir bi qasî 30 metre bilindahiya erdê li mastê ket. FAA eşkere kir, 2 kes di kabîna balafira Mooney M20J de bûn. Xebatên rizgarkirina van kesan dewam dikin.

Piştî qezaya navborî li herêma Montgomery derdora 120 hezar kes bê leketirîk man.

Hat ragihandin, li herêmê gelek lampeyên trafîkê naxebitin. Sedema qezayê hêj nayê zanîn.

Parve bike: