Li Amerîkayê berpirsa tabûra jinan a DAISê tê dadgehkirin
PeyamaKurd - Wezareta Dadê ya Amerîkayê ragihandiye, welatiyeke jin a Amerîkî ku di nav DAIŞê de maye, li xwe mikur hatiye û tê dadgehkirin.
Welatiya Amerîkî ya bi navê Alison Flocke-Ekren a 42 salî, li xwe mikur hat ku wê perwerdeya leşkerî di tabûra jinan de daye zêdetirî 100 jin û keçên ku hin ji wan di navbera 10 û 11 saliyê de bûne û ew fêrî bikaranîna çek û kemberên teqemeniyê kirine.
Li gorî ragihandina medya Amerîkî, Flocke-Ecrin Çileya borî ji Sûriyê bo Amerîkayê hatiye veguhestin û li pêş dadwereke federal li Îskenderiye ya wîlayeta Virginia li tawanên xwe mikur hatiye.
Tê çaverêkirin dadgeha Amerîkî biryara derbarê Alison Flocke-Ekren de 25ê Cotmehê eşkere bike ku 20 sal cezayê girtîgehê bo wê tê xwestin.
Alison Flocke-Ekren sala 2008an ligel hevjînê xwe ji Kansasê çûye Misrê, sala 2011an jî çûne Lîbyayê û sala 2012an derbasî Sûriyê bûne ku tevlî DAIŞê bûne.
Hevjînê wê sala 2016an di encama bombebaranekê de hatiye kuştin û çend meh şûnde ew dîsa bi çekdarekî DAIŞê yê Bengladeşî re zewicîye ku ew jî pisporê êrîşên balafirên bê mirov bûye.