TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Amerîkayê êrîsa çekdarî: Herî kêm 13 birîndar hene

Admin H
Nivîskar
📅 12 nîsan 2022 21:19

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di nav metroyeke devera Brooklyn a bajarê New Yorkê de, êrîşeke çekdarî hatiye kirin û herî kêm 13 kes birîndar bûne.

Li gorî ragihandina polîsê amerîkî, di nav îstasyona metroyê ya êrîş hatiye kirin de, gelek teqemenî hatine dîtin û êrîşkar jî hatiye bêbandorkirin.

Polîsê New Yorkê daye xuyakirin ku bûyer li gorî dema Amerîkayê danê sibehê rû daye û herî kêm 13 kes birîndar bûne ku rewşa hin birîndaran giran e.

Piştî bûyerê hişyarî bo hemwelatiyan hatiye dayîn ku dûrî cihê metroyê bisekirin.

Parve bike: