TR KU SO
FB X
Cîhan

“Li Amerîkayê, pistgiriya Komariyan zêde bû”

Ruken güler
Nivîskar
📅 01 gulan 2022 20:11

PeyamaKurd-Li gorî anketa Saziya Xizmetên Weşanê yên Giştî ya Amerîkayê, piştgiriya ji bo Komariyan zêde dibe. Di anketa hat kirin de piştgiriya ji bo Joe Biden, kêmtir hatiye dîtin.

Saziya Xizmetên Weşanê yên Giştî ya Amerîkayê, di anketa navborî de ji xelkê pirsî bê ka ‘Îro li herêma we kongre çêbibe, hûn ê dengên xwe bidin kê?’ Encamê nîşan da ku piraniya bersivan ji aliyê dengdayîna Komariyan ve hatiye dayîn. Li gorî anketê, piştiriya ji bo Serokê Amerîkayê Joe Biden jî kêm bûye. Hat zanîn ku di 10 salên derbasbûyî de cara yekemîn e Komarî, piştgiriyeke wiha xurt dibînin.

Li gorî anketê: Li ser pirsa ku ‘Hilbijartin çêbibe, hûn ê dengên xwe bidin kê?’ Ji % 47ê beşdaran gotine, ‘Em ê dengên xwe bidin Komariyan. Ji %44ê beşdaran jî gotine em ê dengên xwe bidin demokratan. Di anketê de hat destnîşankirin ku kesên çalakbûna serokatiya Joe Biden baş dibînin jî ji %41 e.

Hat zanîn ku ferqa zêdebûna piştgiriya Komariyan, ji ber nifşê nû yê Z û Hispanikan çêbûye.

 

Parve bike: