Cîhan
Li Anbarê êrîsa bombeyî: 1 kustî û 16 birîndar
PeyamaKurd- Navenda Medya Ewlekariyê ya Iraqê ragihand ku erebeyeka tije bombe li bajarê Anbarê nêzî sînorê Sûriyê, li navçeya Qaîmê li ciyê bazarê hat teqandin. Di encamê de 1 kes mir û 16 kes jî birîndar bûn. Ji 16 birîndaran 4 ji wan hêzên asayîşêne.
Heya niha ti kes an rêxistin êrîşê negirtiye ser xwe. Lê navçeya Qaîmê ciyê herî dawiyê bû ku ji destê DEAŞê derket.