TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Anbarê li dijî DYAye êrîseke din

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 08 rêbendan 2024 18:17

Peyama Kurd - Koma milîşeyên şia Berxwedana Îslamî ku girêdayî rejîma Îranê ye angaşt ku wan êrîşî baregeha Eyn el-Esed a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya li bajarê Anbarê kirine.

Komê milîşe her wiha angaşt ku di encama êrîşê de zîyan pêk hatine.

Ji destpêka şerê Îsraîl û Hemasê ve êrîşên mûşekî û firokeyên bêmirov ên li dijî hêzên DYA yên li Herêma Kurdistan, Rojavayê Kurdistan û Iraqê berdewam in.

Koma milîşeyên Şîa Berxwedana Îslamî ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku şeva borî bi firokeyên bêmirov êrişî baregeha Eyn Esed a bajarê Anbarê kirine.

Di daxuyanîyê de hat angaştin ku armancên ku şêla wan hatibû girtin hatine lêdan û yên ji êrîşê bandor standine jî hene.

Hêzên DYA û Hevpeymanîya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê, di derbarê angaşta êrîşê ya koma Berxwedana Îslamî de heta niha ti daxuyanî nedane.

Parve bike: