Li Ankara 5 êrîşkerên ser dibistana zarokan ya berya perwerdê, hatin girtin
PeyamaKurd – Li Ankara 5 kes êrîşê ser dibistana berya perwerdê ya taybet kiribûn û hatin girtin. Çekên ku di êrîşa ser dibistana taybet de bikaranîbûn di bin banê xaniyekî de hatin dîtin.
Li gor agahiyan; bûyer di 6ê Cotmehê de li Ankara li navça Etişmesgutê, seet di 02.45an de qewimîbû. Êrîş dema dibistan girtîbû hatibû kirin.
Li ser êrîşê dîmenên kamerayan, tevgerên erebeyan û guzergahan xistin ber lêkolînê. Paşî polîs karibû nasnameyên êrîşkeran, çekên wan û erebeyên ku di êrîşê de bikaranîbûn tesbît bikin.
Di êrîşê de kesê bi çekê berdaye dibistanê B.T. ajotvanê erebê H.D., kesê di erebê de bû yê bi navê M.A.K. û kesên ku bûyerê dane kirin yên bi navên G.Ç. û S.M. hatin girtin.
Piştî li baregeha asayîşê îfadên wan girtin wan birin dadgehê û dadgehê wan işand zîndanê.