TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Ankara avahiya 3 qat ya LPG ê bikartanî roxiya

Admin M
Nivîskar
📅 19 mijdar 2021 05:07

PeyamaKurd – Li payîtexta Tirkiyê li Ankara li navça Keçiörenê apartmana 3 qat ku LPG ê bikartanî, tê de teqîn çêbû û apartman roxiya an ku hat xwarê. Gelek kes di bin enqazên avahiyê de mane. Li gor agahiyan 3 birîndar ji bin enqazan derxistine û rewşa yekî ji wan xerabe. Teqîn di beşên metbexan de çêbûye.

Tîmên îtfaiyê, tenduristiyê û polîs li ciyê bûyerê ne. 3 birîndar teslîmê tîmên tenduristiyê hatine kirin û lêgerîna kesan ya bin enqazê de dewam dike.

Şaredarê Keçiörenê Turgut Altınok ragihand ku 6 kes birîndar bûne û rewşa yekî ji wan baş nîne.

Parve bike: