TR KU SO
FB X
Cîhan

Li ava Tûnisê 13 dewlet tatbîqat dikin

Admin M
Nivîskar
📅 20 gulan 2021 00:34

PeyamaKurd – Li Derya Sipî di nav ava Tûnisê de bi navê “Phoenix Express-2021” ê 13 welat ku di nav wan de Misir, Tûnis û Amerîka hene tetbîqatê dikin. Berdevkê artêşa Misrê Alb. Tamir er- Rifaî di ser hesabê xwe yê fermî yê li ser facebookê ragihand ku di tetbîqatê de hêzên deryayê yên welatên Misir, Tûnis, Amerîka, Belçîka, Yûnanistan, Îtalya, Îspanya, Malta, îngîltere, Cezayîr, Fas, Lîbya û Morîtanya hene.

Rifaî welatên tevlî tetbîqatê bûne, wan weka ‘dost û bira’ binav kir û got ku tetbîqat bo zêdekirina hevkariyê di navbera welatên navborî de destpêkiriye. Tetbîqat bo lihevkirina hêzan, ji niha pêde bo zêdekirina tevgerên perwerdeyî, bo ewlehiya Derya Sipî û zêdekirina koordînasyonê têkirin.

Di beyana berdevk de hat ragihandin ku dê tetbîqat çend roj dewam bike.

Parve bike: