Li Azerbaycanê, bi sedan girtî hatin efûkirin
PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Sererkaniya Azerbaycanê ve hat dayîn, Serokomarê Azerbaycanê Aliyev, bi sedan girtî efû kiriye.
Di agahiyên ku bi daxuyaniyê hatin dayîn de hat eşkerekirin ku Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev, bi boneya 100 saliya jidayikbûna rêberê neteweyî yê Azerbaycanê Heyder Aliyev, ji bo 801 girtiyan biryara efûyê da.
Hat diyarkirin ku Aliyev serlêdanên hin girtiyan, malbatên wan û rêxistinên mafên mirovan nirxandiye û biryara efûyê destnîşan kiriye.
Her wiha hat zanîn ku di nav van girtiyan de welatiyên ji Gurcîstan, Çîn, Rusya û Tirkiyeyê jî hene.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev efûya ku hatiye derxistin, di dîroka Azerbaycana serbixwe de ji aliyê hejmara kesên ku ji bo wan hatiye sepandin, efûya herî mezin e.