TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Bahreynê petrola herî dewlemend hat dîtin

Admin M
Nivîskar
📅 02 nîsan 2018 21:50

Li gor ajansa Bahreynê, beyaneka nivîskî ji aliyê Komîta Bilind ya Aborî û Çavkaniyên Xwezayî de hat dayîn.

Di beyanê de dibêje ku di welat de heya niha kaniya petrola herî mezin ya bi navê petrola “kevir a sivik” û miqdareka gelek zêde xaza xwezayî hatiye dîtin.

Ev cara yekeme ku ji sala 1932an, ji sala ku bîra petrolê ya ewilî derketiye û heya niha petroleka weha dewlemend tê dîtin. Ev petrol wê karibe piştgiriya reqabeta Bahreynê bike û fêde bide geşepêdan û dewamkirina projeyên welatê Bahreynê.

Di nava welatên Ereb yên Kendavê de (Konseya Hevkariyê ya Kendavê)  Bahreyn xwediyê petrola rojane ya herî kême ku hildiberîne. Bahreyn dikare rojê di navbera 45 hezar û 200 hezar varêlê de petrola xam derbixe.

Parve bike: