Cîhan
Li bajarê Bolu yê operasyona maddeya radyoaktîv
PeyamaKurd- Li Tirkiyê li bajarê Boluyê bo ser erebeyekî operasyon hat kirin û tê de maddeya calîforniyûm hat dîtin. Maddeya calîforniyûm di serikên sîlihên nukleerî de û di santralên atomî yên enerjiyê de tê bikaranîn ku di bingeha xwe de bazirganiya navdewletî tê qebûlkirin û bazirganiya wê bi îzna dewletê ve girêdayiye.
Di erebê de tenê 18 gram calîforniyûm hat dîtin ku di bazarê de bihayê wê dike 72 mîlyon dolar.
Li gor ragihandina parêzgeha Bolu yê, tîmên beşa asayîşê ya karên qaçax û sûcên rêxistinî, piştî xebateka îstîxbaratî karibûn tesbîta erebê bikin û tê de maddeya calîforniyûmê bidest bixin. Madde dê bê şandin bo Rêxistina Atomî ya Tirkiyê da li serê xebatê bikin bê çiye.
5 kesên ku hatine binçavkirin lêpirsîna wan dewam dike.