TR KU SO
FB X
Cîhan

Li bajarê Sebwe ya Yemenê ser dijwar bû

Admin M
Nivîskar
📅 16 tebax 2022 04:18

PeyamaKurd – Li welatê Yemenê li bajarê başûr yê bi navê Şebweyê di navbera terefdarên konseya demkî yên bi desteka Îmaratan û hêzên hukumetê de ji nûh şer geş bû. Li gor ragihandina çavkaniyên xwecîh; li bajarokê Atakê ya bi ser Şebwe de bi 30 km yan dûr li devera Qaran el- Warqê, di navbera terefdarên konseya demkî û hêzên hukumetê de şer derket.

Terefdarên konseya demkî, bi dronên an ku bi balafirên bêmirov û çekdar, li ser rêya ku bajarên Şebwe û Hadramewtê bi rêya sereka ya Erebistana Si’ûdî ve girêdide, li baregehên artêşa Yemenê xistine. Şer, piştî destek ji terefdarên Konseyê re, ji peravên rojavayê Yemenê hatiye, destpêkiriye. Heya niha, ji her dû terefan ti daxwuyanî nehatiye dayîn.

Parêzgeha Şebwe ji navend Atak û 17 bajarokan pêktê û di Yemenê de bajarê mezin yê sêyem e. Li Şebwe gaz tê hilberîn û gazê avî dikin û di seha petrolê de rojane 8 hezar varêl (bermîl) petrol dertê. Lewra bajêr ji bo her dû terefan girîng e.

Parve bike: