Li balafirgeha Urdinê 9 balafirên DYAyê xesar dîne
PeyamaKurd – Îranê li Urdinê êrîşê biribû ser baregeha ku Amerîka bikartîne ya bi navê Muwaffaq Salti. Êrîşa Îranê bi fuzeyan çêbû û hat gotin ku di êrîşa fuzeyan de, 8 balafirên F-15 û balafirekî A-10 Thunderbolt II. xesarê dîtine.
Zabitê (subay) baregeha hêzên bejayiyê yê Amerîkayê yê berê û analîstê ewlehiya netewî David Pyne ragihand ku eger zerara Patriotan jî bixin nava xesarê, Washingtonê di yek rojekî de ji nîv milyar dolarî zêdetir xesarê diye
Ajansa xeberan Reuters jî di heman çarçoveyê de agahiyan da û got ku balafira A-10 Thunderbolt ku balafira êrîşê ye, xesara zêde diye û perekî wê bi temamî çûye. Kes nizane di êrîşê de leşker zerarê dîne an nedîne.
David Pyne ragihandina xwe di ser hesabê xwe yê Xê de ragihand. Pyne got ku di dema êrîşa Îranê de bergiriya sîstema Patriotan bi temamî 30 fuzeyan bikaraniye.
Artêşa Urdinê jî ragihand ku 20 fuzeyên Îranê avêtiye ser baregeha li Urdinê, sîstema bergiriya hewayî 20 ji wan îmha kiriye û 2 fuze ketine ciyên ku xelk lê najî.