Cîhan
Li Bangladesê di êrîsekê da 7 kes hatin kustin
PeyamaKurd - Li navçeya Baghaişarî ya ku dikeve rojhilatê Bangladeşê êrîşî otubisekê hat kirin, di encama wê êrîşê da 7 kes hatin kuştin.
Ajansa nûçeyan a fermî ya Bangladeşê ragihand ku, bi guleyan êrîşî otuobêseke karmendên komîteya hilbijartinê û leşkerên ewlehiyê hatiye kirin.
Herweha polîsên navxweyî jî ji alîyê xwe ve dîyar kir ku êrîş li gorî saeta herêmî, di saet 18:30an da hatiye kirin û di encamê da jî 7 kes hatine kuştin.