Cîhan
Li basûrê Îranê erdhej çêbû: 4.8!
PeyamaKurd- Îro li Başûrê Îranê erdhejeke mezin ya bi şîddeta 4.8an çêbû. Gelek birîndar hene.
Li gorî çapemeniya Îranê erdhej duh nîvê şevê li navçeyên Yasûc, Çîtab û Sîsextê çêbûye.
Erdhej li Yasûcê 20 km.yan di binê erdê de çêbûye.
Li gorî çapemeniyê di erdhejê de gelek avahiyan zerar dîtine û hinek hilweşiyane. Di encama erdhejê de 82 kes birîndar bûne. Birîndar rakirine nexweşxaneyan.