TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Bayburtê êrişî karkerên Kurd kirin

Admin H
Nivîskar
📅 03 îlon 2026 11:00

PeyamaKurd - Li bajarê Bayburtê di 30ê Tebaxa 2026an de, komeke nijadperest ji ber ku karkerekî forma Amedsporê li xwe kiribû, êrişî wî û du hevalên wî kir.

Di encama vê êrişê de karkerê avahisaziyê yê ji Amedê Suleyman Konat û her du kesên li gel wî birîndar bûn.

Pozê Konat ji 5 cihan şikest û piştî dermankirina yekem a li Nexweşxaneya Bayburtê, birîndar ji bo berdewamiya dermankirinê veguhastin Amedê.

Suleyman Konat da zanîn ku dema biraziyê wî xwestiye li kafeyê formaya xwe biguhere, komekê bi zorê ew derxistiye derve û dema wan xwestiye mudaxale bikin, komeke nêzîkî 15 kesan bi amûrên hesinî êrişî wan kiriye û dirûşmên nijadperestî berz kirine.

Tevî ku dîmenên êrişê li ser medyaya civakî bûn sedema nerazîbûneke mezin û giliyê fermî hat kirin jî, hat ragihandin ku kesên êrişkar piştî du rojan hatine berdan.

Parve bike: