TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Belûcistan a Pakistanê 5 lesker hatin kustin

Admin M
Nivîskar
📅 14 rêbendan 2024 05:09

PeyamaKurd – Li Pakistanê li eyaletên Belûcistanê û Hayber Pahtunhvayê di êrîşa bombeyî û şer de 5 leşker mirin û 7 mîlîtan jî jiyana xwe ji dest dan.

Li gor ragihandina artêşa Pakistanê; li eyaleta Belûcistanê li herêma Keçê, çekdarên Belûcî bi cîhaza ji dûr de tê îdarekirin, bombeyê bi konwoya leşkerî de teqandin. Di encamê de 5 leşker û 3 mîlîtan hatin kuştin.

Li eyaleta Hayber Pahtunhva, li Wezîrîstan a Bakûr û herêma Dêra Îsmaîl Xan şer derket û artêşê 4 mîlîtanan kuşt.

Pakistan nabêje çekdarên hatin kuştin endamên kîjan rêxistinê ne.

Parve bike: