Li ber sefareta Amerîkayê xwepêsandan
PeyamaKurd- Li ser ragihandina serokê Amerîkayê Trump ku di mijara çareseriya Îsraîl û Fîlîstînê de peymana sedsale ragihand, grûbekî mirov, li ber derê sefareta Amerîkayê ya Sarıyer a Îstenbolê xwepêşandan kirin û nerazîbûna xwe ya li dijî Peymana Sedsale aşkera kirin. Bûyer siet li dora 21.00 ê şevê de qewimî û di destê wan de pankart û ala Fîlîstînê hebûn. Xwepêşandan li dora 45 deqeyan dewam kir.
Li ser pankartên did estê wan de “Quds ya me ye û wê ya me be” hebû. Nehat gotin bê ew kesên ku xwepêşandan kirin, gelo xelkê Fîlîstînê bûn an kesên di derveyê Fîlîstîniyan de bûn.Bes kesê kul i ser navê grûbê beyan da bi xwe navê wî Mahmut Kar e ku bi îhtîmaleka mezin wê hemwelatiyê Tirkiyê be. Kar, di axaftina xwe de nerazîbûna xala Mescîdî Aqsayê ya di peymana Trump de û ya xala li ser Qudsê, xalên sereke bûn ku li dijî wan xalan derdiket.