TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Besrayê çekdarên Esayib Ehlulheq û Seraya el-Selam ser kirin: Kurstî û birîndar hene

Admin L
Nivîskar
📅 01 îlon 2022 14:30

PeyamaKurd – Li bajarê Besra li başûrê Iraqê do bi şev di navbera çekdarên Esayib Ehlulheq û Seraya el-Selam de şer derket û hejmarek kes di encamê de kuştî û birîndar bûn.

Li gor çavkaniyên xwecihî, do bi şev dema karwaneke serbazî ya çekdarên Seraya el-Selam li ber baregeheke Esayib Ehlulheq re li nava taxa Biraziye ya bajarê Besrayê derbas bûye, çekdarên Esayib Ehlulheq teqe li wan kirine û wan jî bi teqekirinê bersiv daye û di navbera wan de şer derketiye.

Herwiha hat diyarkirin ku di encama şer de du çekdarên Esayib Ehlulheq hatine kuştin û du çekdarên din jî birîndar bûne.

Hat zanîn, hêzên taybet ên Iraqê yên ji Fireqya Swat li nava bajêr hatine belavkirin û rê li liv û tevgera serbazî hatiye girtin. Herwiha li beşek ji taxan û bi taybetî li nêzîkî Koşka Serokatiyê, qedexeya çûn û hatinê hatiye ragihandin, lê dengê teqekirinê her tê bihîstin û rewş hêj aloz e.”

Parêzgarê Besrayê Eseed el-Îdanî ji medyaya Iraqê re destnîşan kiriye, rewş li parêzgeha Besrayê di bin kontrolê de ye û hêzên ewlekariyê li wê parêzgehê belav bûne.

Şaneya Ragihandina Emnî ya Iraqê jî bi daxuyaniyekê got, rewş ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye kontrolkirin, lê belê “kuştî û birîndar” hene.

Herwiha Şaneya Ragihandina Emnî ya Iraqê ragihandiye, “Li ser torên civakî derbarê bûyera emnî û têkçûna rewşa emnî ya li Besrayê nûçeyên cuda tên belavkirin, lewra em zelal dikin ku mijar wiha ye; bûyereke kuştin û birîndarkirinê hebûye, hêzên ewlehiyê hejmarek gumanbar desteser kirine û erkê xwe pêk tînin.”

Herî dawî Şaneya Ragihandina Emnî eşkere kiriye ku derbarê bûyera li Besrayê lêkolîn hatiye destpêkirin, rewş ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye kontrolkirin û bi belavkirina hêzên ewlehiyê li tevahiya parêzgehê rewş aram bûye.

Parve bike: