Cîhan
Li Bexda û Besrayê 10 xwepêsanderên din hatin kustin
PeyamaKurd - Li bajarên Bexda û Besrayê herî kêm 10 xwepêşander ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin kuştin. Alozî û xwepêşandan li paytext Bexda û gelek bajarên din yên Iraqê didome.
Li gorî agahiyên berdest, duh bi şev li Bexdayê herî kêm 6 xwepêşander ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin kuştin.Li bajarê Besrayê jî dema hêzên ewlehiyê dixwastin xwepêşanderan ji hev belav bikin, 4 kes hatin kuştin.
Duh danê sibê jî 4 xwepêşander li Bexdayê hatibûn kuştin.
Ji destpêka xwepêşandanên Iraqê ve heta niha derdora 300 kesan hatine kuştin, gelek kes jî birîndar bûne û gelek jî hatine girtin.