Cîhan
Li Bexdayê 3 serkirde jî di nav de 14 DAISî hatin girtin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama lêkolînên saziyên îstixbarata Iraqê û Wezareta Navxwe ya Iraqê de, 3 serkirdeyên diyar jî di nav de 14 terorîstên DAIŞê hatin girtin.
Li gorî ragihandina medya Iraqê, di demên dawî de dîsa liv û tevgera DAIŞê li Iraqê û derdora paytext Bexdayê zêde bûye û di encama lêkolînên saziya îstixbaratê û Wezareta Navxwe de, 14 çekdarên DAIŞê hatine desteserkirin.
Hat eşkere kirin ku ew çekdarên DAIŞê li ser rêyan dema kemîn çêdikirin hatine girtin ku di nav wan de 3 serkirdeyên diyar ên DAIŞê li herêmê Ebu Sefane, Ebu Umer û Ebu Meseb jî hene.
Şeva borî jî Saziya Asayîşa Nîştimanî ya Iraqê ragihand ku li Silêmaniyê 6 çekdarên DAIŞê hatine girtin ku dixwestin çalakiyên xwekujî li Bexdayê pêk bînin.