TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Bexdayê êrîsî dewriyeya leskerî kirin: Kustî û birîndar hene

Admin H
Nivîskar
📅 06 tebax 2019 22:07

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li paytexta Iraqê Bexdayê di encama teqînekê bi ser dewriyeya leşkerî ya Iraqê de, efserek hatiye kuştin û 4 leşker jî birîndar bûne.

Çavkaniyên polîsê Iraqê derbarê teqînê de dan xuyakirin ku efserên artêşa Iraqê bûne armanca wê êrîşê,

Hat zanîn ku êrîş li herêma Ridwaniye ya dikeve başûrê Bexdayê çêbûye û dewriyeya artêşa Iraqê bûye armanca wê teqînê ku ji bilî candana efserekî 4 leşker jî birîndar bûne.

Hat diyarkirin ku cihê bûyerê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye dorpêçandin û birîndar jî bo nexweşxaneyan hatine veguhestin.

Parve bike: