Li Bexdayê opeyarsyona gendeliyê: 8 berpirs hatin girtin
PeyamaKurd - Li paytextê Iraqê Bexdayê hêzên Dijeterora Iraqê bi tank, maşîneyên leşkerî û çekên giran operasyoneke berfireh û neçaverêkirî li hundirê Herêma Kesk (Green Zone) pêk anî.
Di operasyona li ser navenda wezaret, balyozxane û cihê rûniştina berpirsên herî bilind ên dewletê de, hemû rêyên ketin û derketinê bi temamî hatin girtin.
Hate ragihandin ku heta niha hejmarek parlamenter û berpirsên bilind bi tawana "gendeliyê" hatine girtin.
Li gorî zanyariyan, hêzên taybet bi taybetî bi ser mala gelek berpirsên hizbî û hikûmî yên li "Komelgeha Sigmayê" de girtine û di dema operasyonê de li hinek cihan dengê gulebaranê jî hatiye bihîstin.
Çavkaniyan daye xuyakirin ku herî kêm 6 berpirs hatine binçavkirin, lê li gorî nûçeyên medyaya navxweyî ya Iraqê jimara girtiyan gihîştiye 8 kesan û di nav wan de parlamenterên ku niha di parlamentoya Iraqê de wezîfedar in jî hene. Ev operasyon piştî derketina fermanên fermî yên dadgehê yên li ser dosyayên mezin ên gendeliyê hatiye encamdan.