TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Bexdayê Teqîn: 9 kes mirin

Admin M
Nivîskar
📅 30 cotmeh 2022 02:49

PeyamaKurd – Li serbajarê Iraqê li Bexdayê li devera Banuki tankêrekî petrolê teqiya û di encama teqînê de 9 kes mirin û 12 kes birîndar bûn. Teqîn nêzî stadyûma fûtbolê çêbû û di wexta teqînê de du tîm fûtbolê dileyîstin.

Li gor axaftina rêvebirê fermandarê parastina sîvîl Kazim Muhan ku ji Rûdawê re gotiye, sedema teqîna tankêrê hêj zelal nebûye. Dibe ku jimara birîndaran zêdetir be jî.

Heya niha bi awayekî fermî sedema teqînê nehatiye ragihandin.

Parve bike: