Cîhan
Li Bexdayê teqûn çêbû: 7 birîndar
PeyamaKurd – Li payîtexta Iraqê Bexdayê li devera Sadrê li bazara Merîdiyê ku nûfûsa wê derê bêhtir Şî’ane, teqîn çêbû û di encamê de 7 kes birîndar bûn.
Di bazara navborî de teqemenî di bin dezgehekî bazarê de hatibû bicîhkirin û teqiyabû an hatibû teqandin. Bi sedema ciyê bazarê qelebalixe û di wexteka ku qelebalix zêdebû, teqîn çêbû. Endîşe heye ku mirin bibe.
Gelek ambûlans û hêzên ewlehiyê çûn ciyê bûyerê û hêzên ewlehiyê lêpirsînê dikin.