TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Bolivya rewşa awarte ragihandin

Admin M
Nivîskar
📅 20 hezîran 2026 18:33

PeyamaKurd – Serokê dewleta Bolîvyayê Rodrigo Paz piştî protestoyên li dijî hukumetê ragihand ku rewşa awarte ragihandine. Li gor xebera CNNê; Paz di banga bo netewa xwe de gotiye:

“Bi sedema vekirina rêya welatê xwe, ji bo bicîhbûna rewşa awarte çi pêwist bû min kir. Bilîvyayî wê wekî rehîneyên barîkatan nemînin û di rewşa awarte de dê artêş û polîsan ji nûh de pêşiya nîzamê vekin.”

Paz, got ku rewşa awarte armanca wê ku welat car din bibe normal û dewam kir:

“Piştî rêya diyalogê ji me re nema, ji bo daxwazên rewa me bi wan re li hev kir û ji bo Bolîvyayê bê îstîqrar bikin kesên şiddetê kirin û me wan bi zelalî tesbît kir. Paşî me biryarê da ku em li seranserê welat biryara rewşa awarte bistînin.”

Di 40 salên dawiyê de krîza aborî ya herî mezin li ber derê Bolîvyaye û mehekiye protesto dewam dikin. Çalakvan îstîfa serokê dewletê Paz dixwazin û li gelek deveran bi hêzên ewlehiyê re şer dikirin.

Parve bike: