TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Brezîlyayê balafirek ket: 14 kes mirin

Admin H
Nivîskar
📅 17 îlon 2023 15:34

PeyamaKurd – Li eyaleta Amazonas a Brezîlyayê bajarokê Barcelosê balafireke cûreya EMB-110 kete xwar û 14 kesên tê de bûn mirin.

Li gorî ragihandina Sekreterê Ewlehiya Amazonê Vinicius Almeida, balafir nêzî daketinê ketiye xwar û li gorî texmînan ji ber barana zêde dîtin kêm bûye loma dema daketinê ketiye.

Hatiye diyarkirin ku balafir ji aliyê karsazekî ve hatibû kirêkirin û 14 rêwiyên tê de bûn jî can dane.

Parve bike: