Cîhan
Li Brukselê gara trênê ji ber îxbara bombeyê hat valakirin
PeyamaKurd - Li paytexta Belçîka Brukselê ji ber giliyê bombeyê gara trênê hat valakirin.
Polîsê federalî yê Belçîkayê ragihand ku ji ber îxbara bombeyê gara trênê hatiye valakirin û xebatên hêzên ewlekariyê berdewam dikin.
Li aliyê din saziya rêhesinê ya Belçîkayê jî ragihand ku ji ber alarma bombeyê seferên trênenan nehatine rawestandin.