TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Bursayê erdhejek tirsnak!

Admin L
Nivîskar
📅 04 berfanbar 2023 16:58

PeyamaKurd – Li peravên Mudanyaya Bûrsayê bi hêza 5,1 erdhejek pêk hat.

Li gor agahiya ku li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Lezgîniyê (AFAD) hat dayîn, di saet 10.24an da bi lerza 5,1an erdhejek ku navenda wê Gola Gemlîkê ya Behra Marmarayê bû, pêk hat.

Hat ragihandin ku erdhej bi kûrahiya 8,98 kîlometreyan pêk hat.

Welatiyan ji ber erdheja ku li Stenbol û parêzgehên derdorê hat hîskirin, avahiyên bilind terikandin.

 
Parve bike: