Cîhan
Li Californiayê di sahiya 'Roja Bavan' de frokeyek ket
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li herêma Californiaya Başûr a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) frokeyek ketiye xwarê
Medyaya DYAyî diyar kir ku di encama ketina frokeyê de 2 kesan canê xwe ji dest dane.
Rêveberiya Lengeya Hewavaniyê ya DYAyê da zanîn ku froke di kêliya çalakiyeke Roja Bavan de ketiye xwarê.
Medyayê da zanîn ku frokeya ku ketiye cureyeke kevn a Lockheed 12A ye, piştî ketinê agir bi frokeyê ketiye û piştî ku agir hatiye vemirandin termên 2 kesan ji frokeyê hatine derxistin.
Hate ragihandin ku di derbarê ketina frokeyê de lêpirsin hatiye destpêkirin.