Cîhan
Li Çanakkaleyê bi lerza 5,2 erdhej pêk hat
PeyamaKurd – AFADê ragihand ku li Deryaya Egeyê li peravên navçeya Ayvacika Çanakkaleyê bi lerza 5,2an erdhejek pêk hat. Erdhej li parêzgehên derdorê jî hat hîskirin.
Li navçeya Ayvacika Çanakkaleyê doh di saet 23.38an de bi pileya 5,2 erdhejek pêk hat. Erdhej li Îzmîr, Manîsa û Edremîtê jî hat hîskirin.
Li gor daneyên AFADê di saet 23.38an de li peravên navçeya Ayvacika Çanakkaleyê bi lerza 5,2an erdhejek pêk hat.
Erdhej 8,65 km di bin erdê de pêk hat.