Li Cenevê hevdîtina Sûriyê: Dîplomatên 7 welatan civiyan
PeyamaKurd - Civîne Nûnerê Taybet ê Sûriyê di Neteweyên Yekbûyî (NY) de Geir O. Pedersen bi dîplomatên welatên Misir, Fransa, Almanya, Urdun, Erebistana Siûdî, Brîtanya û Amerîkayê re li ofîsa NY ya Cenevê li ser mijara Sûriyê civiya.
Nûnerê Serokê Amerîkayê li Sûriyê James Jeffrey li ser civînê got, “Civîneke erênî û berhemdar bû.”
Hat zanîn mebesta Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) bo Sûriyê Geir O. Pedersen bi van civînan zindîkirina proseya Cenevê û geşkirina pêbaweriya navbera aliyan e.
Pedersen serê meha Çileya îsal hatibû ser kar û civîna xwe ya yekem a girîng li ser krîza Sûriyê îro li dar xist.
Armanca Pedersen a sereke ji nû ve zindîkirina proseya Cenevê, damezrandina Komîteya Destûrê û nexşerêya siyasî ya Sûriyê ye.
Çav li rê ye Pedersen piştî vê civînê bi garantorên pêvajoya Astanayê re dîsa li Cenevê bicive.
Pedersen 8ê Çileya îsal dest bi kar kiribû.